HUDA PARê li Hewlêrê temsîlkarîya xwe vekir
HUDA PARê ku li Tirkîyê rêxistîbûna xwe didomîne li Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê temsîlkarîya xwe vekir.
Hat ragihandin HUDA PARê ku li Tirkîyê rêxistîbûna xwe didomîne li Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê temsîlkarîya xwe vekir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, Wekîlê Serokê Giştî Zekerîya Yapicioglu, Alîkarê Serokê Giştî Abdurrahman Cens, Sekreterê Giştî Şehzade Demîr, Serokê Lijneya Îstîşareya Giştî Îsa Aydin û hinek welatîyên Kurdistanî beşdarî merasîma vekirina temsîlkarîya li Hewlêrê bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di merasîma vekirinê de axavtinek kir. Saglam di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir mebesta wan a vekirina temsîlkarîyê naskirina partîyên siyasî, sazîyên civaka sîwîl û rîspîyên li Kurdistanê û her wisa xwe bi wan dan naskirin e.
“Gotina me jî heye ku em di siyaseta herêm û dinyayê de bêjin”
Saglam di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ev temsîlkarîya wan a ewil e ku ew li derveyî Tirkîyê vekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rebbê min bike wesîleya xêran. Wek HUDA PARê gotina me jî heye ku em di siyaseta herêm û dinyayê de bêjin. Hêj ji roja ewil ve me got ku ew ê pêşnîyazên me yên çareserîyê ew ê rageşî û tevlîhevîyên li herêmê çareser bike. Ji ber vê yekê vekirina vê temsîlkarîyê gaveke muhîm e. Cardin ez dibêjim bila ev temsîlkarîya me bibe wesîleya xêran.”
“Ciheke taybet a Kurdistanê heye”
Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir Kurdistan ji bo wan herêmeke taybet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kurdistan û Kurd di navenda ummetê de ye. Ji ber vê yekê Kurdistan xwedî cihekî taybet e. Divê ewil ev yek bi vî awayî bê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em bawer dikin ger meseleya Kurd bê çareserkirin ew ê gelek problemên li erdnigarîya ummetê bên çareserkirin. Kurd, Faris û Ereb bi qernan digel hev dijîn. Lê belê mixabin ev bû 100-150 sal ku hinek problemên Kurdan, tevlîhevîyên navxweyî derektin û hêj berdewam dikin. Ez hêvî dikim ku vekirina vê temsîlkarîya me ya ewil dê bibe wesîleya çareserkirina van probleman.”
Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir hebûna temsîlkarîyan ji hêla xwe nasandinê ve muhîm in û dû re wiha got: “Ji bo problem bên çareserkirin çi ji destên me hat em ê bikin. Bi komên vê derê re têkilîyên me baş in.(ÎLKHA)