“Darbe rasterast ji Washingtonê hat plankirin”
Wezîrê Karên Derve yê Veneuzelayê Jorge Arreaza destnîşan kir teşebûsa darbê ya ku li Venezuelayê hat kirin rasterast li Washingtonê hat plankirin.
Ji teref Wezîrê Karên Derve yê Veneuzelayê Jorge Arreaza ve derbarê teşebûsa darbê ya ku doh li Venezuelayê ji teref Guaîdoyê serokê muxalif ve hat kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Arreaza destnîşan kir teşebûsa darbê ya ku li Venezuelayê hat kirin rasterast li Washingtonê hat plankirin.
Arreaza di berdewana daxuyanîya xwe de diyar kir “Ev yek ne darbeya leşkerî ye, rasterast ji Washingtonê hatiye plankirin. Ev darbe ji teref Amerîka ve tê birêveberin. Ew fermanan didin Guaîdo.”(ÎLKHA)