• DOLAR 34.605
  • EURO 36.624
  • ALTIN 2943.883
  • ...
“Bernameyên ku tê de qala Hz. Muhammed tên kirin dibin wesîleya tifaqa Mislimanan”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatorîya Bajêra Diyarbakirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameyeke bi navê “ Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Edalet û Exlaqê” hat tertîpkirin. Xelkê Diyarbekirê û ji derve eleqeyeke mezin ji bernamê re hat nîşandan.  Ji Kurdistana Iraq û Îranê, ji Libnan, Ghana(Gana), Ivory Coast(Fildişi Sahili) û Tanzaniayê(Tanzanya) û ji gelek deran alim, rîspî û gelek mêvan beşdarî vê bernamê bûn.

Alimên ku beşdarî bernamê bûn derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Hîwa Raşidî: Ez ji Kurdistana Îranê beşdarî bernamê bûm. Em li Diyarbekirê dibînin ku bi hezaran bi gotineke din nêzî milyonek kes li Kurdistana Tirkîyê ji bo pêxember zikir bikin li vê derê kom bûne û ji ber vê yekê bextewar in.  Ev yek mucîzeya Xweda û Qur’anê ye.

Muhammed Mollazade: Ez ji Pîranşara Azarbeycana Rojhilat a Îranê têm vê bernamê.  Ji bo vê bernameya ku li Diyarbekirê hat tertîpkirin divê em ji Xwedê re şikir bikin.  Ev bername dê bi wesîle ku navû şana Pêxember belav bibe û dînê Îslamê bê teblîxkirin. Ez li vê derê dibînim ku xelk Kurd ê Misliman evîndarê Pêxember e. Ez ji Xweda hêvî û niyaz dikim ev evîndarbûna wan zêde bike.

Temsîlkarê Yekgirtoya Îslamî ya Kurdistana Iraqê:  Ev bername nîşan dide ku em girêdayê şerîata Îslamê û sinneta Pêxemberê Îslamê ne.  Ez gelek zêde bextewar im; lewra ev xelk nîşan dide ku ew girêdayê şerîata Xwedê ye û bîata xwe bi nû ve dikin. Înşallah ew ê ev bername bibin wesîle ku em zêdetir li sinneta Pêxember xwedî derkevin.

Muhammed Zahid Şêx Abdulxanî El-Xeznewî:  Ger Misliman li dora muhabbeta Pêxember kom bibe dê problem çareser bibin. Bi gotineke din ger weke îro dixwaze Tirk be û dixwaze Kurd be ferq nake temamê Mislimanan li dora muhabbeta Pêxember kom bibin ew ê temamê problem û zehmetî bi dawî bibin.

Serokê Hareketa Tewhîdê yê Libnanê Şêx Bîlal Saîd Şaban: Divê alim temamê însanan di bin ala ‘La Îlaha Îllallah Muhammedun Resûlullah’ de kom bikin. Divê em Mislimanên Kurd, Tirk, Ereb û Ecem  tev di bin ala Resûlê Xwedê de bibin yek ku ew xala me yê hevpar e.

Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Enwer Kiliçarslan: Her kî/ê xwe nêzî Pêxemberê me bike ew ê nêzî Xweda û kemalê bibe. Siyonîst, emperyalîst û komunist îro êrîşî me dikin da ku em ji Xweda, ji kitêba Wî, ji Pêxemberê Wî dûr kevin. Ji ber vê yekê ev dinya sehaya micadeleyê ye. Divê em bi temamê hêz û qeweta xwe bixebtin da ku milletê me ji Qur’an û sunnetê dûr nekeve.

Mela Abdulqudus Yalçinê Endamê Yekîtîya Alim û Medreyan:  Ev meydan nîşanî me dide ku Misliman tu wextî dev ji dîn û pêxemberê xwe bernedane. Xweda me teveken di rêya  qencîyê de muwaffaq bike.(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir