“Ev bername nîşanî me dide ku yekîtîya Îslamê dikare bê tesîskirin”
Mêvanên ku ji Ghana(Gana), Ivory Coast(Fildişi Sahili) û Tanzaniayê(Tanzanya) beşdarî bernameya mewlûdê de bûn destnîşan kirin “Ev bername nîşanî me dide ku yekîtîya Îslamê dikare bê tesîskirin”
Ji teref Koordînatorîya Bajêra Diyarbakirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameyeke bi navê “ Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Edalet û Exlaqê” hat tertîpkirin. Xelkê Diyarbekirê û ji derve eleqeyeke mezin ji bernamê re hat nîşandan.
Ji Kurdistana Iraq û Îranê, ji Libnan, Ghana(Gana), Ivory Coast(Fildişi Sahili) û Tanzaniayê(Tanzanya) û ji gelek deran mêvan beşdarî vê bernamê bûn.
“Ev bername nîşanî me dide ku yekîtîya Îslamê dikare bê tesîskirin”
Îsa Kondayê ku ji Ivory Coastayê (Fildişi Sahili) beşdarî bernamê bû derbarê mijarê de diyar kir “ Hemd ji Xweda re be ku me Mislimanan li vê meydanê kom kir. Ji qewmên cûda însan li vê derê kom bûne ku ev yek tiştekî pir xweş e. Ev bername nîşanî me dide ku yekîtîya Îslamê dikare bê tesîskirin. Em hatin vê meydanê da ku Muhammed bîn Abdullahê (silavên xwedê li ser bin) ku me ji tarîtîyê derxistiye ronahîyê bi bîr binîn û sunneta wî tetbîq bikin.”
Konda di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e Misliman her tim ji Hz. Muhammed re selat û selaman bînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê em her tim exlaq û adaba Hz. Muhammed bijîn. Divê em jiyana Hz. Muhammed baş bixwînin. Muameleya ashaba wî, malbata wî ya li hember kesên ne Misliman çawa bû divê em vê yekê baş hîn bibin. Divê em baş hîn bibin dema ku însan ji bo çareserkirina probleman dihatin ba wî ew çareserîyeke çawa pêşnîyazî wan dikir. Bi vî awayî divê em jî ji bo islahkirina însanan hewl bidin.”
“Ez ê derbarê vê bernamê de ji gelê xwe re qala gelek tiştan bikim”
Nurul Heq Yehuzayê ku ji Ganayê beşdarî bernamê bû derbarê bernamê de destnîşan kir, ew cara ewil beşdarî vê bernamê dibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev di jiyana min de bû suprîzek. Lewra ji gelek herêmê cîhanê însan hatine vê derê. Ez ê derbarê vê bernamê de ji gelê xwe re qala gelek tiştan bikim. Lewra însan ji bo berjewendîyeke şexsî nehatin vê derê. Ew bes ji bo eşq û muhabbeta Hz. Muhammed hatin vê derê. Ev însan li vê derê kom bûne da ku muhabbet û yekîtîya xwe ya ji bo Hz. Muhammed nîşan bidin. Lewra Îslam ji me re emir dike ku em bibin yek. Her wisa xaleke me ya hevpar heye. Ew jî Qur’ana Kerîm û Muhammed Mustafa ye. Ev yek ji bo temamê Mislimanan sembol e. Yanî Misliman li her derê ki çûnê bes yekî temsîk bikin. Ew jî Muhammed Mustafa ye.”
Abdulazîzê ku ji Tanzanyayê beşdarî bernamê bû jî derbarê mijarê de wisa axivî: “ Em ji bo hezkirin û muhabbeta xwe ya ji bo Muhammed Mustafa îro li vê derê civîyan. Xweda ji temamê wan kesên ku keda wna di vê bernamê de heye razî be.”(ÎLKHA)