• DOLAR 34.708
  • EURO 36.71
  • ALTIN 2946.51
  • ...
“Ji bo ku em karibin hizûrê peyda bikin divê em guh bidin banga îlahî”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatorîya Bajêra Diyarbakirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameyeke bi navê “ Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Edalet û Exlaqê” hat tertîpkirin. Xelkê Diyarbekirê û ji derve eleqeyeke mezin ji bernamê re hat nîşandan.  Siyasetmedarên ku ji nava welêt û derveyî welêt beşdarî bernamê bûn derbarê mijarê de nirxandinan kirin. Siyasetmedarên bi navê Zekerîya Yapiciogluyê Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Omer Abdulazîzê ku li Kurdistana Başûr berî niha parlementerîyê kiribû beşdarî bernamê bûn  û destnîşan kirin, çareya peydakirina aramî û hizûrê ji banga îlahî re guh dayîn e.

“Ji bo ku em karibin hizûr û aramîyê peyda bikin divê em guh bidin banga îlahî”

Zekerîya Yapiciogluyê Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê di nirxandina ku kir de destnîşan kir însanetî niha di nav lêgerînekê de ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Însanetî li edalet û aramîyê digere.  Hemû kes dixwaze ku bêyî ku ji kesekî bitirse, bêyî muxtacî kesekî bibe û bi şikleke ser bilind bijîn. Însan biratî, hizûr, edalet û wekhevîyê teleb dike.  Lê belê nizane vê yekê çawa peyda bike.  Xwedayê ku hemû tiştî bi heqê wê dizane, haya wî ji wî tiştê ku însan lê digere heye û cihê vê yekê ji însanan re nîşan daye. Xweda ji wan re  pêxember û kitêb  şandiye.  Xweda wek navîgasyonekê rê nîşanî însan dide. Ji bo em hizûrê peyda bikin divê em guh bidin banga îlahî. Lê belê mixabin îro însan îro xwe li hember vê bangê kerr kirine û guh didin wan bangên ku wan ber bi delaletê ve dikşînin, dixwazin wan bikin êsîrê xwe û pê ji rê bên derxistin. Ji bo ku em karibin hizûr û aramîyê peyda bikin divê em guh bidin banga îlahî.  Ev banga îlahî çi ye? Qur’ana Kerîm û Sunneta Resûlê Xwedê ku ew halê tetbîqkirî ya Qur’anê ye ew banga îlahî ye. Dema ku însanetî guh bide vê bangê ew ê rêya xwe bibîne.”

 “Xelk Kurd nîşan dide ku ew dikare li dora Hz. Muhammed kom bibe”

Omer Abdulazîzê parlementerê berê yê ku ji Kurdistana Başûr beşdarî bernamê bû destnîşan kir bêyî ku di warê dîn, ziman û nîjadê cûdahî bê xistin nava însanan hemû kes dikare li dora Hz. Muhammed kom bibin. Abdulazîz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez di destpêkê de temamê beşdarvanan pîroz dikim.  Dîsa ez wan kesên ku însanan li vê derê kom kirine re jî teşekur dikim.  Ev civaka ku ji milyonekî pêk tê nîşanî me dide ku xelk Kurd dikare li dora Hz. Muhammed kom bibe.  Ev peyamek e ku Hz. Muhammed pêxemberê xelkê Kurd e.  Dînê Îslamê bi salan gelek neteweyan di bin banê xwe de kom kir. Ev bername vê peyamê dide me; dînê Îslamê dînê aştî, yekîtî û digelhevîyê ye. Em li vê derê vê yekê dibînin;  ji Tanzanyayê heta Kurdistanê Ereb, Fars, Kurd û Tirk bi eşqeke mezin beşdarî vê bernamê bûn.”

Abdulazîz di dawîya axavtina xwe de diyar kir ger însan li dora Pêxember karibin kom bibin dikarin ji temamê însanetîyê re xizmetê bikin û dû re wiha li dawî li axavtina xwe anî: “ Dibê ku rêxistinên me cuda bin. Lê peyama Îslamê dikare hemûyan di bin banê xwe de kom bike. Lewra peyama Îslamê ji însanan re xizmet kirine.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir