“Bila temamê dinyayê bizanibe ku ew ê ev muhabbet berdewam bike”
Welatîyên astengdar ên ku li Diyarbekirê beşdarî bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bûn destnîşan kirin“Bila temamê dinyayê bizanibe ku ew ê ev muhabbet berdewam bike.”
Ji teref Koordînatorîya Bajêra Diyarbakirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameyeke bi navê “ Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Edalet û Exlaqê” hat tertîpkirin. Xelkê Diyarbekirê û ji derve eleqeyeke mezin ji bernamê re hat nîşandan. Her wisa welatîyên astengdar ji bo hezkirin û muhabbeta Muhammedî beşdarî bernamê bûn.
Welatîyên astengdar ên ku beşdarî bernamê bûn derbarê bernameya Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat lidarxsitin de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:
Yunus Nakçî: Ev 5-6 sal e ku ez beşdarî vê bernamê dibim. Bi rastî jî îro em gelek zêde kêfxweş in. Xwezî li temamê bajêran bernameyên bi vî awayî hatibana lidarxistin. Ez astengdar im û li vê derê bi şikleke baş û xweş muamele dıkın.
Abbas Yigit: Ez ji bo eşqa Xweda û Pêxember hatim vê derê. Heta ku ji destê min tê ez hewl didim sunneta Pêxember tetbîq bikim. Ji min re dibêjin tu astengdar î, sebir bike. Sebirkirin nayê wateya vekişîna quncikekê. Sebirkirin bi jiyan û temamê zaliman re micadele kirin e.
Zulfîkar Karakoyun: Xweda başîyê bide, kêmasîyan neke nesîb, Îslamê muzaffer bike û Qur’ana Kerîm hakim bike. Xweda me ji destê kufrê rizgar bike.
Cuma Poyraz: Min bihîst ku bernameyeke bi vî awayî ez hatim vê derê. Ez gelekî kêfxweş im. Digel ku em astengdar bim jî ev yek li ber muhabbeta Muhammedî ne asteng e.
Hacîre Îpek: Ez her sal têm vê derê. Hemd ji Xweda re ku kir nesîb ez îsal jî bêm vê derê.
Abdusselam Kaya: Ez beşdarî bernameya mewlûdê bûm. Bername xweş derbas dibe. Ez bextewar im ku beşdarî bernamê bûme.
Sultan Ulsen: Ez ji bo Xwedê û Pêxember hatim vê derê. Xweda bibe alîkarê Mislimanan.(ÎLKHA)