• DOLAR 34.703
  • EURO 36.726
  • ALTIN 2968.23
  • ...
Zarokên ku beşdarî bernamê bûn hest û ramanên xwe anîn zimên
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatorîya Bajêra Diyarbakirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameyeke bi navê “ Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Edalet û Exlaqê” hat tertîpkirin. Xelkê Diyarbekirê û ji derve eleqeyeke mezin ji bernamê re hat nîşandan.

Zarokên ku ji Diyarbekir û bajarên derdorê li Diyarbekirê beşdarî bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bûn destnîşan kirin, ev ax axên muhabbeta Muhammedî ne.

Zarok derbarê bernameya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Qada Mîtîngê ya Parka Newrozê  hat tertîpkirin de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Îbrahîm Xelîl Aksoy:  Ev muhabbet muhabbeta Muhammedî ye. Dînê Îslamê ji me re ferman dike ku em li vê muhabbetê xwedî derkevin û sunneta Hz. Muhammed li jiyana xwe tetbîq bikin.

Yasîn Çelîk: Bername pir xweş e.  Ji gelek bajêran birayên me yên Misliman hatin vê derê.  Hetta kesên ku ji derveyî welêt jî hatine hene.  Divê em sinneta Pêxemberê xwe bijîn.

Huseyîn Daşçi:  Divê em di bin banekî de bicivin. Ev qas însan ji bo muhabbeta Pêxember ji bajarên derdorê hatine.  Ez ji Stenbolê hatim.  Ev tabloya vê derê zaliman ditirsîne.  Divê em li dijî zaliman bibin yekwûcid.

Îrem Ozer: Ez her sal beşdarî vê bernamê dibim. Em ji bo Pêxemberê me tên vê derê.

Mehmet Şîrîn Ezgî:  Ez têm vê bernamê da ku Pêxemberê xwe çêtir nas bikim, fam bikim. Ez têm da ku ez têbigihijim ku Pêxemberê me ji bo dîn çi qas micadele kiriye.

Zîşan Seyîdoglu: Ji ber ku ez beşdarî bernamê bûm gelekî kêfxweş im.  Ez pir zêde ji bernameyên bi vî awayî hez dikim. Em her sal tên. Em Pêxemberê xwe ji xwe re mînak distînin.

Umut Çelîkbay: Ez ji Xarpêtê hatim.  Ez gelekî şad û bextewar bûm. Em dixwazin ku beranmeyên bi vî awayî bên tertîpkirin. Lewra ev bername Pêxemberê me dixin bîra me. (ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir