Bûyera îstîsmara zaroka 5 salî ya li Kuçukçekmeceyê: Kesê fail hat binçavkirin
Di bûyera îstîsmara zaroka 5 salî ya ku li Kuçukçekmeceya Stenbolê pêk hat de kesê fail hat girtin û 6 kes jî hatin dersînorkirin.
Hat ragihandin di bûyera îstîsmara zaroka 5 salî ya ku li Kuçukçekmeceya Stenbolê pêk hat de kesê fail hat girtin û 6 kes jî hatin dersînorkirin.
Derbarê mijarê de doh ji teref Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve daxuyanîyek hatibûn dayîn. Soylu di daxuyanîya ku belav kiribû de destnîşan kiribû kesê êrîşkar û fail kesê bi navê M.V. yê 18 salî ye ku eslê xwe Pakistanî ye û berî vê salek û nîvê bi rêyên qeçax hatiye Tirkîyê.
Polêsê Stenbolê ji bo bûyer ronî bibe yekîneyeke 50 kesane ya taybet saz kiribû û di encama xebata ku hatibû kirin de 9 kes hatibûn binçavkirin ku di nav de failê bûyerê jî hebû.(ÎLKHA)