TIR û otobusa rêwîyan li hev qelibîn: 34 birîndar
Li ser Rêbeja Bidlîs-Tatwanê otobuseke rêwîyan û TIRek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 34 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li ser Rêbeja Bidlîs-Tatwanê otobuseke rêwîyan û TIRek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 34 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 65 EA 361 û TIRa bi plaqeya 22 BE 825 li ser Rêbeja Bidlîs-Tatwanê li hev qelibîn. Ji ber li hevqelibînê otobusê qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 34 kes birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)