Li Diyarbekirê qeza: 3 kes jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya ku li ser Rêbeja Diyarbekir-Êlihê pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li ser 10emîn kîlometreya Rêbeja Diyarbekir-Êlihê qeza pêk hat. Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.
Qeza li ser 10emîn kîlometreya Rêbeja Diyarbekir-Êlihê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 34 HD 9385 a ku ajokarê wê Omer Akdemîr bû û wesayîta bi plaqeya 72 BB 274 a ku ajokarê wê Nurettîn Buluş li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kesên bi navê Emîne Ozdaş, Huseyîn Bîçer û Nurettîn Buluş giran birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê giran birîndar bûbûn bi helîkoptera ambûlans hatin rakirin nexweşxanê. Digel temamê midaxeleyan kesên birîndar jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)