Pîreka bi tesettur a ku li Fransayê ji kar hat avêtin heqdar derket
Pîreka bi tesettur a ku li Fransayê ji kar hat avêtin doz li kargeha ku ew lê dixebitî vekir û di encama dozê de pîrek ji teref mehkemê ve heqdar hat dîtin.
Hat ragihandin pîreka bi tesettur a ku li Fransayê ji ber tesettura xwe di sala 2008an de ji kar hat avêtin doz li kargeha ku ew lê dixebitî vekir û di encama dozê de pîrek ji teref mehkemê ve heqdar hat dîtin.
Di encama darizandina ku hat kirin de mehkeme qerar da ku şîrket 23 hezar Euro tazmînatê bide pîrekê.(ÎLKHA)