• DOLAR 32.347
  • EURO 34.744
  • ALTIN 2408.082
  • ...
Ji ber minasebeta wîladeta Hz. Muhammed donera bêheq hat belavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Firata Kayapinara navçeya Diyarbekirê  kargeheke bi navê Berhemên Goşt ên Birayan, ji ber minasebeta wîladeta Hz. Muhammed a li gorî taqwîma mîladî donera bêheq belav kir.

Xwedîyê kargehê yê ku ji ber minasebeta wîladeta Hz. Muhammed donera bêheq belav kir derbarê mijarê de wiha axivî: “ Divê em salvegera Pêxemberê me ji bîr nekin. Em hewl didin her sal vê fealîyetê bikin. Em Misliman in, divê  em bi van bernameyên wisa balan bikşînin li ser mijarê. Dikandarên din jî dikarin bernameyên wisa tertîp bikin. Bi van bernameyan em ê bibin wesîle ku Resûlê Xwedê neyê jibîrkirin û bê bîranîn.”

Zarokên ku donera belaş xwarin kêfxweşîyên xwe anîn zimên û ji xwedîyê dikanê re teşekur kirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir