Hamas ji Abbas re bertek nîşan da
Ji berdevkên Hamasê Samî Ebû Zuhrî ji daxuyanîya serokê El Fetîhê Mahmûd Abbas a ku tê de diyar kiribû ew bêşert û merc amade ye ku bi Netanyahu re hevdîtinê bike re bertek nîşan da.
Serokê El Fetîhê Mahmud Abbas bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew amade ye bêşert û merc bi Netanyahuyê terorîst re hevdîtinê bike.
Ji ber vê daxuyanîya Abbas ji teref berdevkên Hamasê Samî Ebû Zuhrî ve daxuyanîyek hat dayîn. Zuhrî di daxuyanîya ku belav kir de ji Abbas re bertek nîşan da û destnîşan kir; ev daxuyanî gelek tiştan tîne bîra mirovan.
Zuhrî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Abbasê ku bêşert û merc amade ye bi Netanyahu re hevdîtinê bike dema ku mesele hevdîtina bi serokên komên Filistînî re be bi sedan şert û mercan dideyne li ber wan.(ÎLKHA)
ًالاعلان عن استعداد محمود عباس للقاء نتنياهو دون شروط مسبقة يطرح علامات تساؤل حول موقف عباس ووضعه مئات الشروط للقاء القوى الفلسطينية
— د. سامي أبو زهري (@DSZuhri) 16 Nisan 2019