Ji ajokarê ku rê neda ambûlansê re cezaya hepsê hat xwestin
Ji ajokarê ku li Stenbolê rê neda ambûlansê re cezaya hepsê hat xwestin.
Hat ragihandin ji ajokarê ku li Bakirkoya Stenbolê rê neda ambûlansê re ji ber sûca “ji bo wezîfe neyê bi cî anîn li ber xwe dayîn”ê heta 5 salan cezaya hepsê hat xwestin.
Di îddîanameya ku hat amadekirin de hat diyarkirin ajokarê bi navê Muhammed Efkan Yetîşmîş rê neda ambûlansê û nehişt ku ambûlansa ku nexweş di nav de bû wezîfeya xwe bi cî bîne.
Yetîşmîşê ku di 28ê Sibatê de hatibû binçavkirin û şerta kontrola edlî hatibû berdan.(ÎLKHA)