Dîsa zam li sotemenîyê hat kirin
Doh ji nîvê şevê pê ve derbasdar zam li benzîn û mazotê hat kirin.
Hat ragihandin doh ji nîvê şevê pê ve derbasdar ji benzînê re 22 qirûş û ji mazotê re jî 18 qirûş zam hat kirin. Ji ber ku ew ê rêjeya zamê ji baca xerîdaran a taybet bê daxistin dê sotemenî bi şiklê ku lê zam nehatiye kirin bê firotin.
Di daxuyanîya ku ji teref Sendîqaya Kardaran a Îstasyonên Îqmala Xaz, Neft û Enerjîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ji benzînê re 22 qirûş û ji mazotê re 18 qirûş zam hatiye kirin. Ew ê sotemenî bi şiklê ku zam lê hatiye kirin neyê firotin. (ÎLKHA)