Evîndarên Pêxember bi coşeke mezin xwe berdan qadê û muhabbeta xwe ya Muhammedî nîşan dan
Evîndarên Pêxember li Êlihê bi coşeke mezin xwe berdan qadê û beşdarî bernameya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bûn û muhabbeta xwe ya Muhammedî nîşan dan.
Doh ji teref Koordînatorîya Bajêra Êlihê a Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” hat tertîpkirin. Xelkê Êlihê hêj berîya destpêka bernamê bi çend seatan berê xwe da qada bernamê ya li kêleke otogarê.
Berî ku bername dest pê bike hûnermendan îlahîyan bi deng kirin, selewat û tekbîr hatin anîn. Xelkê Êlihê ji bernaya ku di seat 13.30î de dest pê kir re eleqeyeke mezin nîşan dan.
Bernameya ku di seat 13.30î de dest pê kir ji teref Rehber TV zindî hat weşandin. Di bernamaya ku hat tertîpkirin derbarê ehemîyeta rojê de axavtin hatin kirin.
“Însanetî encax dikare bi Pêxemberê me bigihije aramî û hizûrê”
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê û Serokê Platforma Nesla Qur’anê Mela Beşîr Şîmşek di bernamê de axavtineke bi Kurdî kir. Şîmşek di axavtina xwe ya ku kir de qala edaleta Pêxemberê me kir û destnîşan kir însanetî encax bi Pêxemberê dikare bigihije aramî û hizûrê.
Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir, ji ber ku îro li ser rûyê erdê edalet û exlaq nehakim e çev qas zehmetî û problem rû dane ku îro pêdivîya însanetîyê ji her carî zêdetir bi exlaq û edaleta Hz. Muhammed heye.
Şîmşekê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro alema însanetîyê ji bo ji zehmetî û probleman xelas û rizgar bibe li rêber û navnîşanekî digere, destnîşan kir ev adres û rêber bes Hz. Muhammed û Qur’an e. Şîmşek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo saadet û hizûra dinya û axretê du tiştên esas hene. A yekemîn exlaq û ya duyemîn jî edalet e. Ger ev her du esas di civakan de ne hakim bin ew ê weke roja me pevçûn, şer, bêaramî, xwîn û rondik li ser rûyê erda me hakim bibin. Weke esra cehalet e. Dîsa bi heman awayî ger ev her du esas di nav civakekê de hatibin hakimkirin wê demê di nav wê civakê de aştî, selamet, biratî, hizûr û ewlehî hakim bûye. Weke esra Pêxemberê me.”
“Pêdivîya alema Îslamê bi qasî nan û av ji prensîbên edalet û exlaqê re heye”
Şîmşek di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyeya edaletê û diyar kir ji ber ku li ser rûyê erdê edalet ne hakim ser rûyê erdê bûye mîna cehhenemê û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Pêdivîya alema Îslamê bi qasî nan û av ji prensîbên edalet û exlaqê re heye. Navnîşana xelasbûna ji derd û kulan Pêxember û Qur’an e. Divê hewl bidin da ku edalet û exlaqa Muhammedî li memleketa me hakim bibe.”
Piştî axavtina Mela Beşîr, Hamdîn Arslanê Serokê Komîsyona Îmtîhana Sîyerê yê Weqfa Evîndarên Pêxember metneke ku ji 10 maddeyan pêk dihat û di nav xwe de peyama bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” dihewand xwend.
Arslan di axavtina xwe de diyar kir exlaqa Pêxemberî tê wateya xwedîderketina nirx û şîarên Îslamî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mescîda Eqsa qibelya ewil a Mislimanan e. Quds jî warê Mislimanan e û niha ew li benda Mislimanan e.”
Piştî çend axavtinên ku hatin kirin de hunermendan çend îlahîyan bi deng kirin û derbarê Pêxemberê me de helbest hatin xwendin.
Di bernameya ku bi kelecan û coşeke mezin berdewam dikir de herî daî Omer Çelîkê Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê axavtinek kir.
Çelîk di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser exlaqa Hz. Muhammed û destnîşan kir “Pêxemberê me di her warî de însanekî mînak bû.”
Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir di dîrokê tu kesekî mîna Pêxemberê me ne xwedî exlaqa baş û xweş bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêxemberê me di her warî de însanekî mînak bû. Em çi qas wî nas bikin ew ê hal û hareketên me kamil bibe.”
Çelîk di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser exlaqa xweş a Pêxemberê me û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Pêxemberê me ji hêla beşerî ve ew jî wek me însanek bû. Dixwar, vedixwar, radiza, diwestîya, xemgîn dibû û kêfa wî dihat. Lê belê ew ji hêla wesfên beşerî ve ji temamê însanên din bi wesiftir bû; ango ji temamê însanên din di vî warî de serdest bû. Ji ber vê yekê ku jê re tê gotin seyyîdul beşer.”(ÎLKHA)