Li Sûdanê gel birêveberîyeke sîwîl dixwaze
Xelkê Sûdana ku lê darbeya leşkerî hat kirin dixwaze ku heyama derbasbûnê ji hikûmeteke sîwîl re bê dayîn.
Li Sûdanê berî vê çend rojan di encama xwepêşanên ku bi rojan hatin lidarixistin de darbeya leşkerî hat kirin û îdareya welêt ket destê leşkerîyê.
Avad bîn Avfê Serokê Konseya Derbasbûnê ya Leşkerî û Wezîrê Parastinê yê Sûdanê bi dilê xwe dev ji wezîfeya xwe berda û dû re Abdulfettah el-Bûrhan hat li ser îdarê.
Ji ber ku Avf îstîfa kir xelk kêfxweş bû. Li Sûdanê niha qedexeya derketina derve heye, lê xelk guh nade vê qedexê û ji kolanan venaqete.
Xelkê ku li kolanan xwepêşana xwe didomîne teleb dike ku heyama derbasbûnê ji hikûmeteke sîwîl re bê dayîn.(ÎLKHA)