• DOLAR 34.538
  • EURO 36.431
  • ALTIN 2877.659
  • ...
Xelkê Îranê piştgirî da Muhafizên Şoreşê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin  ji ber ku Amerîkayê emperyalîst Muhafizên Şoreşê ya Îranê xist lîsteya terorê xelkê Îranê daket kolanan û ji qerara Amerîka re bertek nîşan da. Xelkê ku daket kolanan destnîşan kir “Em tev Muhafizên Şoreşê ne.”

Îranîyên ku li tevahîya welêt xwe berdan kolanan  destnîşan kirin ew li pey Muhafizên Şoreşê ne û ew destekê didin wan.

Xwepêşandarên ku beşdarî xwepêşanan bûn destnîşan kirin Amerîka û dewletên emperyal bi polîtîkayên ku li herêmê dimeşînin dixwazin Mislimanan berdin hev ku ew ji ber vê yekê em qet ji wan hez nakin û em ji wan nefret dikin. Xwepêşandar her wisa diyar kirin ew wê qerara Amerîka ya derbarê Muhafizên Şoreşê ya Îranê de qebûl nakin û ew vê yekê şermezar dikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir