Konseya Leşkerî: Em ê Beşîr îade nekin
Konseya Leşkerî ya ku li Sûdanê bi darbê hat îqtîdarê destnîşan kir, ew ê Serokê Dewleta Sûdanê Omer el-Beşîr îade nekin û ew ê li Sûdanê bê darizandin.
Hat ragihandin Konseya Leşkerî ya ku li Sûdanê bi darbê hat îqtîdarê destnîşan kir, ew ê Serokê Dewleta Sûdanê Omer el-Beşîr îade nekin û ew ê ew li Sûdanê ji teref wan ve bê darizandin.
Omer Zeyneabîdînê rayedarê Konseya Leşkerî destnîşan kir ew ji xelkê piştgirîyê teleb dikin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde ckir: “Em guh bidin telebên xelkê xwe. Em ê telebên xelkê xwe muhafeze bikin. Encax lê ger tevlîhevîyek derkeve em ê bersiveke tund bidin vê alozîyê. Ew ê çareserî ji teref xwepêşandaran ve bên pêşnîyazkirin. Ew ê însan karibin ji bo problemên îqtîsadî û polîtîk çareserîyan pêşnîyaz bikin. Em bi tu îdeolojîyê nehatin serî.”
Zeynelabîdîn di di dawîya axavtina xwe de diyar kir “Ji bo ku mueyyîdeyên Amerîka yên li ser Sûdanê bên şikandin ew ê bixebitin.”(ÎLKHA)