• DOLAR 34.602
  • EURO 36.689
  • ALTIN 2919.992
  • ...
Hewaya qirêj a trafîkê dibe sedem ku zarok bi nexweşîya bêhntengîyê bikevin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref kovara Tipê ya bi navê Lancet Planetary Healthê ve derbarê nexweşîya bêhntengîyê  de lêkolînek hat kirin. Li gorî lêkolîna ku hatiye kirin ji ber wê hewaya qirêj a ku di trafîkê de tê standin li tevahîya dinyayê her sal 4 milyon zarok bi nexweşîya astim ango bêhntengîyê dikevin.

Li gorî raportê ev nexweşîya bêhntengîyê ya ku ji ber hewaya qirêj derdikeve holê herî zêde li Kuveytê tê dîtin. Piştî Kuveytê li welatên bi navê Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban, Kanada, Tatvan û Bahreynê tê dîtin.

Di berdewama raportê de hat diyarkirin Stenbol û Enqere jî di nava wan bajarên ku ji ber hewaya qirêj nexweşîya bêhntengîyê lê tên dîtin de ne.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir