Siyonîstên terorîst di heyama hilbijartinan de 800 kesên Filistînî desteser kirin
Siyonîstên terorîst û îşxalker berîya hilbijartinên ku di 9ê Nîsanê de hatin kirin 800 Filistînîyên pîrek û zilam desteser kir.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst û îşxalker berîya hilbijartinên ku di 9ê Nîsanê de hatin kirin di navbera dîrokên 22ê Sibatê 9ê Nîsanê de 800 Filistînîyên pîrek û zilam desteser kir.
Di raporta ku ji teref Heyeta Karên Azabûyî û Êsîran ve hatiye belavkirin de hat destnîşankirin, partîyên siyonîst ji bo zêdetir deng qezenc bikin zext û fîşara li hember Filistînîyan zêde kirin ku ev yek jî wê helwesta wan a nîjadperest nîşan dide.
Di berdewama raporta ku hat belavkirin de hat destnîşankirin êşa wan êsîrên Filistînî yên di zindanan de ji teref siyonîstan ve wek amûrê hilbijartinê tê bikaranîn û dû re hat destnîşankirin birêveberîya îşxalê sepanên hovane li ser êsîran tetbîq dike da ku ew bimirin.(ÎLKHA)