Derbarê 84 polêsan de qerara binçavîyê hat dayîn
Li Enqerê derbarê 84 polêsên ku 13ê wan hêj li ser wezîfê ne de qerara binçavîyê hat dayîn.
Hat ragihandin li Enqerê derbarê 84 polêsên ku 13ê wan hêj li ser wezîfê ne de qerara binçavîyê hat dayîn. Tê diyarkirin qerara binçavîyê ji ber belavkirina pirsên îmtîhana polêsan a ku di sala 2010an de hat tertîpkirin hatiye dayîn.
Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de li 31 bajêran operasyona hemwext hatin lidarxistin û di operasyonan de 75 kesên şikdar hatin binçavkirin û ji bo kesên din jî bên binçavkirin operasyon berdewam dikin.(ÎLKHA)