Li Pakistanê teqîn: 14 mirî
Li Kuettaya bajêra Pakistanê êrîşeke bombeyî li cihê bazarê hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 14 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Kuettaya bajêra Pakistanê êrîşeke bombeyî li cihê bazarê hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 14 kes jiyana xwe ji dest dan.
Êrîş li Kuettaya paytexta Belûcistana parêzgeha Pakistanê hat kirin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di êrîşa ku di wextên şeveqê de li cihê bazarê hat kirin de herî kêm 14 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn.
Kesên ku di êrîşê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Tê endîşekirin ku hejmara mirîyan zêde bibe.
Hêj tu kesî êrîşa ku hatiye kirin li ser xwe negirt.(ÎLKHA)