Zarokê ku ji balqonê ket ji teref welatîyan ve hat xelaskirin
Zarokê ku li Wêranşara Rihayê ji balqona mala li qeta duyemîn ket xwarê ji teref welatîyan ve hat xelaskirin.
Hat ragihandin li Wêranşara Rihayê zarokê ji balqona mala li qeta duyemîn ket xwarê ji teref welatîyan ve hat xelaskirin. Welatîyan pêkhatina bûyerê gavbigav bi telefonên xwe qeyd kirin.
Bûyer li Taxa Golbaşiya Wêranşarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin zarokekî biçûk ê Sûrîyeyî ji ber ku bi tena serê xwe di mal de bû derket balqonê. Zarokê ku derket balqonê demekê ji xwe re lîst û dû re xwe ji balqonê berda xwarê de.
Welatîyên ku zarokê li balqonê dîtin ji bo zarokî xelas bikin sefer bûn. Ji be ku tu kes di mal de tunebû û derî jî girtî bû welatî nikaribûn bikevin malê. Ji ber vê yekê welatî zarokê ku ji balqonê ket xwarê bi destên xwe zeft kirin û ew xelas kirin.(ÎLKHA)