Êlihî bi gulan hatin vexwandin bernameya roja yekşemê
Endam û dildarên Weqfa Evîndarên Pêxember bi gulan Êlihîyan vexwandin bernameya “Hz. Muhammedê Rêberê Exlaq û Edaletê” ya ku dê roja yekşemê bê tertîpkirin.
Koordînatorîya Êlihê ya Weqfa Evîndarên Pêxember dê di 14ê Nîsanê roja yekşemê de li qada li kêleke otogarê bernameya “Hz. Muhammedê Rêberê Exlaq û Edaletê” tertîp bike. Ji ber vê minasebetê digel zarokên biçûk gul li xelkê Êlihê hat belavkirin û xelkê Êlihê ji bo bernamê hat vexwamdin.
Berîya belavkirina gulan û vexwandinê, Feyzî Aydinê Serokê Medya û Danasînê yê Weqfa Evîndarên Pêxember daxuyanîyek da û destnîşan kir; ew ê roja yekşemê di seat 13.30î de de li qada li kêleke otogarê bernameya “Hz. Muhammedê Rêberê Exlaq û Edaletê” tertîp bikin.
“Tememê xelkê vexwandîyê vê bernamê ye”
Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê Êlihê tev vexwandîyê vê bernamê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro, ji ber bernameya me ya bi navê ‘Hz. Muhammedê Rêberê Exlaq û Edaletê’ ya ku dê îsal 14emîn car bê tertîpkirin em ê gulan belav bikin. Em ev bû 2 meh ku amadehîya vê yekê dikin. Di serê meha Nîsanê de me seferberîya selewatan da destpêkirin. Me di nava vê mehê de xelata wan birayên xwe yên ku di îmtîhana sîyerê de bi ser ketin da wan. Em li navenda û Êlihê û li navçeyên wan kitêbeke hedîsên Pêxemberê me belav dikin û xelkê vedixwînin bernamê. Temamê xelkê me vexwandîyê vê bernameya me ya ku dê toja yekşemê di seat 13.30î de dest bike ye.”
Di dema belavkirina gulan û vexwandina xelkê de Êlihî bertekeke xweş nîşan dan û memnûnîyeta xwe anîn zimên û destnîşan kirin ew ê beşdarî bernamê bibin.(ÎLKHA)