Dîsa zam li sotemenîyê hat kirin
Doh ji nîvê şevê pê ve derbasdar zam li benzîn û mazotê hat kirin.
Hat ragihandin doh ji nîvê şevê pê ve derbasdar ji benzînê re 13 qirûş û ji mazotê re jî 7 qirûş zam hat kirin. Ji ber ku ew ê rêjeya zamê ji baca xerîdaran a taybet neyê daxistin dê sotemenî bi şiklê ku lê zam lê hatiye kirin bê firotin.
Di daxuyanîya ku ji teref Sendîqaya Kardaran a Îstasyonên Îqmala Xaz, Neft û Enerjîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ji benzînê re 13 qirûş û ji mazotê re 7 qirûş zam hatiye kirin. (ÎLKHA)