Balafirên şer balafigeha li Trablusê bombebaran kirin: 25 mirî 80 birîndar
Li Trablusa Lîbyayê Balafirgeha Matîga ya Navneteweyî ji teref balafirên şer ve hat bombebarankirin. Di encama bomberanê de 25 kes jiyana xwe ji dest dan û 80 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Trablusa Lîbyayê Balafirgeha Matîga ya Navneteweyî ji teref balafirên şer ên ku girêdayê General Hafter in ve hat bombebarankirin. Di encama bomberanê de 25 kes jiyana xwe ji dest dan û 80 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Trablûsê balafirgeha ku vekirîbû bes ew bû û ew jî hatiye hedefgirtin.
Li Lîbyayê di navbera hêêzn Hafter û hêzên hikûmeta Trablûsê de her ku diçe dijwartir dibe.
Hafterê ku li hember Trablûsê êrîş da destpêkirin bi dijberîya xwe ya li hêzên Îslamî tê naskirin.(ÎLKHA)