Li Efxanistanê 3 leşkerên Amerîka hatin kuştin
Li nêzî Kabîla paytexta Efxanistanê 3 leşkerên Amerîka hatin kuştin.
Hat ragihandin li nêzî Kabîla paytexta Efxanistanê êrîşeke bombeyî hat lidarxistin, di encama êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de 3 leşkerên Amerîka hatin kuştin.
Wezareta Parastinê ya Amerîka derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di encama êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de 3 leşkerên Amerîka mirin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Tê diyarkirin êrîşa bombeyî li kerwana leşkerî ya Amerîka hat kirin.
Êrîş ji teref Talîban ve li ser xwe hat girtin.(ÎLKHA)