Îranê bersiv da Amerîka û artêşa Amerîka xist lîsteya terorê
Piştî ku Donald Trumpê Serokê Amerîka Muhafizên Şoreşê yên Îranê xist lîsteya terorê, Îranê bersv da Amerîka û artêşa Amerîka xist lîsteya terorê.
Trumpê ku Muhafizên Şoreşê bi teşwîq û fînanskirina terorîzma li herêmê sûcdar dike destnîşan kir ew Hêza Qudsê ya ku Qasim Sileymanî jê re fermandarî dike jî xistine lîsteya terorê.
piştî vê gava Amerîkayê, Îranê bersiv da gava Amerîka û bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew artêşa Amerîka xistine nava lîsteya terorê.
Qerar ji teref Televîzyona Dewleta Îranê ve hat ragihandin. Di qerara ku hat weşandin de hat diyarkirin qerara Washingtonê bi hiqûqa navneteweyî re li hev nake ku ji ber vê yekê ne meşrû ye.(ÎLKHA)