Elî Demîrê Serokê berê yê OSYMê hat binçavkirin
Elî Demîrê Serokê berê yê OSYMê û 19 kesên din di bergeha lêpirsîna FETO de hatin binçavkirin.
Hatin ragihandin Elî Demîrê Serokê berê yê OSYMê jî di nav de 20 kes di bergeha lêpirsîna FETO de hatin binçavkirin.
Ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê ve di bergeha lêpirsîna FETO de derheqê 34 kesên şikdar de qerara binçavîyê hat dayîn.
Ji bo kesên ku derheqê wan de qerara binçavîyê hatibû dayîn bên girtin li Edene, Stenbol, Enqere, Eskîşerhîr, Nevşehîr, Îzmîr û Trabzonê operasyon hat destpêkirin. Di encama operasyonên hemwext de Elî Demîrê Serokê berê yê OSYMê jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)