Wezîra Ewlehîya Hundir a Amerîka îstîfa kir
Kîrstjen Nîelsena Wezîra Ewlehîya Hundir a Amerîka ji wezîfeya xwe îstîfa kir.
Hat ragihandin Kîrstjen Nîelsena Wezîra Ewlehîya Hundir a Amerîka ji wezîfeya xwe îstîfa kir.
Serokê Amerîka Donald Trump derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek da. Trump di daxuyanîya ku da de destnîşan kir Kevin McAleenanê Şefê Parastina Sînor û Gumrukê ew ê bo demekê di şûna Kîrstjen Nîelsena de bê wezîfedarkirin.(ÎLKHA)