Îran dê artêşa Amerîka bixe nav lîsteya terorê
Îranê destnîşan kir ger Amerîka Muhafizên Şoreşê têxe lîsteya terorê ew ê jî artêşa Amerîka bixin nav lîsteya terorê.
Serokê Komîsyona Ewlehîya Neteweyî yê Meclîsa Şûraya Îslamî Hîşmetullah Felahatpîşe derbarê Muhafizên Şoreşê de hişyarî li Amerîkayê kir. Felahatpîşe destnîşan kir ger Amerîka Muhafizên Şoreşê têxe lîsteya terorê ew ê jî artêşa Amerîka bixin nav lîsteya terorê ya ku di nav wê lîsteyê de DAIŞ jî heye.(ÎLKHA)