Li Îranê ji ber lehîyê hejmara mirîyan zêde bû
Li Îranê ji ber baran ku zêde barîya li gelek parêzgehên Îranê lehî rabû, ji ber lehîya ku rabû hejmara mirîyan her ku diçe zêde dibe.
Hat ragihandin li Îranê ji ber baran ku zêde barîya li gelek parêzgehên Îranê lehî rabû, ji ber lehîya ku rabû hejmara mirîyan her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên ku herî dawî ji ber lehîyê hejmara mirîyan derket 70î û ya birîndaran jî derket 768an.
Tê diyarkirin exlebeyê kesên ku birîndar bûne ji nexweşxanê derketine û yên din jî tedawîya wan berdewam dike.
Di wan dîmenên ku li herêma lehîyê hatine girtin de tê dîtin ku ji ber lehîyê exlebeyê malan di bin avê de man û gelek mal jî ji ber lehîyê xera bûne.(ÎLKHA)