Li Îranê ji ber lehîyê hejmara mirîyan derket 57an
Li Îranê ji ber barana zêde ya ku ev bû du heftî dibare hejmara mirîyan derket 57an.
Hat ragihandin li Îranê ji ber barana zêde ya ku ev bû du heftî dibare hejmara mirîyan derket 57an.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Sazîya Rewşa Acîl ê Îranê Mocteba Xalidî ve daxuyanîyek hat dayîn. Xalîdî di daxuyanîya ku da destnîşankirin ji ber lehîyê tevde 57 kes jiyana xwe ji dest dan û 478 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)