Diyanetê encamên mulakatê daxuyand
Serokatîya Karên Diyanetê encamên mulakatên devkî daxuyand.
Ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve derbarê encamên mulakatên devkî de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin encamên mulakatên devkî hatine weşandin û kesên ku ketibûn mulakata devkî dikarin ji ser malpera "dibbys.diyanet.gov.tr" yê li encaman binêrin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin divê di navbera 1-7ê Nîsanê de tercîh ji ser "dibbys.diyanet.gov.tr"yê bên kirin û ew ê encam di 8ê Nîsanê de ji ser malpera "dibbys.diyanet.gov.tr"yê bên daxuyandin.(ÎLKHA)