Tirkîyê ji bo hilbijartinên herêmî diçe li ser sindoqan
Li Tirkîyê îro dê 56 milyon û 911 hezar û 967 hilbijêr ji bo hilbijartinên herêmî biçin li ser sindoqan.
Li bajarên bi navê Semsûr, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzîncan, Erzurum, Entabê, Gîresûn, Gumuşxane, Hekkarî, Qers, Malatya, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sîwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Ardahan, Idîr û Kîlîsê di seata 07.00an de muameleya dengdayînê dest pê kir û dê di seat 16.00an de bi dawî bibe. Li bajarên din jî dendayîn di seat 09.00an de dest pê kir û ew ê di seat 17.00an de bi dawî bibe.(ÎLKHA)