Li hember tesettûrê êrîşeke din a hovane û bêedeb hat kirin
Pîrekeke hov û bêhaya li Edenê êrîşî 2 qîzên bi hîcab ên ku di rê de dimeşîyan kir. Êrîş ji teref kamerayan ve hat qeydkirin.
Hat ragihandin li Edenê pîrekeke hov û bêdeb êrîşî 2 qîzên bi hîcab ên ku di rê de dimeşîyan kir û heqaretan li wan kir. Êrîşa zelîl û hovane ji teref kamerayan ve hat qeydkirin.
Bûyer li Edenê di wextên şeveqê de pêk hat. Dema ku 2 qîz digel hev li kolanê dimeşin pêşîya wan ji teref pîrekeke ku ji nişka ve derdikeve pêşîya wan ve tê birîn. Pîreka ku rêya 2 qîzên bi hîcab dibire hewl dide hîcaba qîzan veke û heqaretan li wan dike.
Yaren Demîra ku pîreka hov êrîşî kiriyê derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî vîdyoya êrîşê parve kir û qala êrîşa ku li wê û li hevalê wê hatiye kir.
Demîr di ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî derbarê mijarê de wiha got: “ Dema ku em di rê de dimeşîyan pîrekek bi şikleke bêedeb êrîşî me kir û heqaretan li me kir. Hevala min jê re got ‘bibore.’ Dû re pîrekê sihêfan li me kir û êrîşî me kir. Dû re êrîşî min kir û destê xwe avêt rûyê min da ku tesettura min veke. Di dema êrîşê de ez birîndar kirim û ji min re got ku hûn FETOyîst in. Ji ber ku bi vî awayî êrîşî min kir min ew daf da. Min nexwast bêhûrmetîyê bikim. Lê belê ji ber ku li Tirkîyeya ku ‘bûye modern û pêşve çûye’ tiştên wisa pêk tên ez ecêbmayî mam. Hemû kesên ku li wê derê bûn û ji bûyerê bûn şahid dizanibûn ku em heqdar in(!) Lê belê bes pîrekê asteng kirin û jê re tiştek negotin! Ji ber ku tahammûla wan li fermanên Xwedê tune ye bi vî awayî êrîş dikin. Tiştê ku ez aciz kirim ev bû.”
Ahmet Demîrê bavê qîza ku êrîş lê hat kirin derbarê mijarê de diyar kir ew derbarê êrîşa ku li qîza wî hatiye kirin de rapor standine û ew ê meselê bibin mehkemê.
Ji ber meseleya ku pêk hat bikarhênerên medyaya civakî bertekên tund nîşan dan û daxwaz kirin ku derbarê pîreka hov û bêedeb de lêpirsîn bê destpêkirin.
Doh jî kesekî bi navê Bulent Kokoglu li balafirgeha Stenbolê bi vîdyoya kişandibû heqaretan li pîrekên bi tesettur kir.(ÎLKHA)