Encamên hilbijartinan gav bi gav ji ÎLKHAyê taqîb bikin
Hilbijartinên Giştî yên Îdareyên Mehelî yên 31ê Adara 2019an gav bi gav karibe ji ser malpera ku ji teref ÎLKHAyê ve hatiye amedekirin bê taqîbkirin.
Tirkîye di 31ê Adarê de ji bo dengdayîna hilbijartinên mehelî biçe li ser sindoqan.
Piştî temamê dengdayînên ku di hilbijartinan tê kirin ew ê hilbijêr piştî dengdayînê bi kelecaneke mezin encamên hilbijartinan taqîb bikin. Ji bo vê taqîbkirin ÎLKHAyê malpereke taybet amede kir û ew ê malper di sibeha hilbijartinê de bê weşandin.
Kesên ku bixwazin dikarin ji ser vê malperê gav bi gav encamên hilbijartinan taqîb bikin.(ÎLKHA)