• DOLAR 34.616
  • EURO 36.609
  • ALTIN 2943.52
  • ...
Avrupa Yetîm Elî dest bi fealîyetên xwe kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komele di pêşîvantîya Huseyîn Ateşê ku ev bû çendî sal di warê alîkarîyên navneteweyî de dixebite de hat damezradnin. Temsîlkarîya komelê him li Almanya û him jî li Tikîye, Swêd, Îtalya, Avusturya, Fransa, Kanada, Danîmarka û welatên Balkanan heye.

Rayedarê Avrupa Yetîm Elî Huseyîn Ateş derbarê mijarê de diyar kir “Weke ku ji navê me jî diyar dibe armanca me ji kesên êtîm re kirina alîkarîyê ye.”

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew dixwazin di navbera kesên xêrxwaz û êtîm û feqîran de bibin pir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di vî warî de me bi “Projeya Xwedîderketina Êtîman” dest bi xebatên xwe kir. Haya me jê heye ku li her derê dinyayê kesên êtîm ên ku pêdivîya wan bi alîkarîyê heye hene. Ji ber vê yekê em bi tecrubeya xwe ya bi salan dixwazin bibin destê êtîman a xêrxwazan. Ji bo vê yekê jî temamê amadehîyên me temam bûne.”

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê komeleya wan ji bilî Ewrûpa dê li welatên bi navê Tirkîye, Yemen, Afrîka, Filistin, Arakanê jî xebatên alîkarîyê bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xêrxwaz heta îro çawa di vî warî de ji me re bûbûn alîkar em ji wan dixwazin dîsa bibin alîkar.”

Di berdewama daxuyanîya ku ji teref rayedarê komelê ve hat belavkirin de ji bo alîkarîyên ku bên kirin û ji bo pêwendîyê agahîyên li jêrê bi raya giştî re hat parvekirin:

Nimreya hisabê ji bo xêrxwazan:

ÎBAN: DE26546512400005704515

BÎC: MALADE51DKH

SPARKASSE RHEİN HARD

Navnîşanên pêwendîyê:

TELEFON: +49 157 73 97 58 18

E-MAİL:    info@avrupayetimeli.com

TWİTTER :  Avrupa_Yetimeli (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir