Li Yemenê serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimire
Li gorî daxuyanîya Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî “ji ber nexweşîyên ku dikare pêşîya wan bê girtin” li Yemenê serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimire.
Li Yemenê ev bû 5 sal ku şerê navxweyî berdewam dike ku ji ber vî şerî û êrîşên hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantî dike her ku diçe hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.
Li gorî daneyên ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hatine belavkirin Yemenî bi qeyrana herî mezin a li cîhanê re rû bi rû amne. Li gorî raportên çavkanîyên xweser ji roja ku şer dest pê kiriye vir ve li Yemenê zêdetirî 60 hezar însan jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê rewşa dawî ya li Yemenê de daxuyanîyek jî ji teref Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji ber şert û mercên giran ên jiyanê û ji ber êrîş, şerê navxweyî ya li Yemenê “serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimire.”(ÎLKHA)