• DOLAR 32.593
  • EURO 35.012
  • ALTIN 2456.414
  • ...
Li Şirnexê lehî: 2 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Şirnexê piştî barana ku zêde barîya lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de wesayîtek di ber avê re çû û 2 kesên di wesayîtê de  jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer li Taxa Konaka Şirnexê pêk hat. Tê diyarkirin  ajokar Mustafa Yavuz û qîza wî bi hewl danên xwe ji wesayîtê derketin; lê belê  Emîne Yavuza  dîya ajokar û Gul Nazîka xanima ajokar di wesayîtê de asê man û jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku xeber hat dayîn re yekîneyên AFADê û ambûlans hatin cihê bûyerê û termên mirîyan ji wesayîtê derxistin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir