HUDA PARê li Kurdistana Iraqê Bizutnewa û Yekgirtû ziyaret kir
HUDA PAR ku ji ber minasebeta salvegera 31emîn a qetlîama Helepçê çû Kurdistana Iraqê serdana çend partîyan kir.
HUDA PARê ji ber minasebeta salvegera 31emîn a qetlîama Helepçê çû Kurdistana Iraqê û ziyaretinan kir. Di nav lijneya HUDA PARê de; Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdurrahman Cens, Alîkarê Serokê Lijneya Îstîşareya Navendî yê HUDA PARê Îsa Aydin, Endamê Lijneya Îstîşareya Navendî yê HUDA PARê Abdussemed Yalçin hebû. Lijne piştî ku beşdarî bernameya bîranînê bû re çû ser qebrê Helepçeyîyên ku di qetlîamê de hatibûn qetilkirin û dû re jî çû serdana çend partîyan û bi wan re derbarê çend mijaran de gotûbêj kir.
Lijneya HUDA PARê çû ziyareta Partîya Hareketa Îslamî ya Kurdistanê
Lijneya HUDA PARê piştî ziyareta ku li qebrên şehîdên qetlîama Helepçê kir re çû ziyareta Partîya Hareketa Îslamî ya Kurdistanê. Lijne ji teref Endamê Buroya Pêwendîyên Derve yê Partîya Hareketa Îslamî ya Kurdistanê(Bizutnewa) Nîmet Muhammed Îzzet û partîyîyan ve hat pêşîwazîkirin.
Di ziyareta ku hat kirin de Abdurrahman Censê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê qala ehemîyeta yekîtî û digelhevîyê kir û destnîşan kir ew wek partîyê her tim derdên Mislimanan ji xwe re derd û bi kêfxweşîyên wan bextewar dibin.
Endamê Buroya Pêwendîyên Derve yê Partîya Hareketa Îslamî ya Kurdistanê Nîmet Muhammed Îzzet jî ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên û ji lijneya HUDA PARê re ji ber ziyareta ku hatiye kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên.
Lijne dû re çû ziyareta Yekgirtûya Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê
HUDA PARê piştî ziyareta ku li Bizutnewayê kir re derbasî Silêmanîyê bû û li wê derê jî çû ziyareta Yekgirtûya Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê. Lijneya HUDA PARê li navenda giştî ji teref Serokê Bajêra Silêmanîyê yê Yekgirtûya Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê Osman Karwanî û rayedarên partîyê ve hatin pêşîwazîkirin. Endamê Lijneya Îstîşareya Navendî yê HUDA PARê Abdussemed Yalçin di ziyareta ku hat kirin de destnîşan kir ew ji ber minasebeta salvegera 31emîn a komkujîya Helepçê hatin vê derê û hinek partîyên siyasî ziyaret dikin.
Yalçin di berdewama axavtina xwe de ji rayedarên Yekgirtû yên ku ew pêşîwazî kirine re teşekur kir û destnîşan kir “ Em hatin vê derê û me ew guhdar kir. Ew derbarê wan xebatên xwe yên li Silêmanîyê û tevahîya Kurdistanê de agahî dan me. Me jî derbarê rewşa aborî û siyasî û debarê hilbijartinên ku dê li Kurdistana Tirkîyê bên kirin de agahî da wanan. Bi heman awayî derbarê perwerdehî, xortanî, pîrek û zarokan de me ji wan îstîfade kir. Ji ber semîmîyeta wan em ji wan re teşekur dikin.”
Serokê Bajêra Silêmanîyê yê Yekgirtûya Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê Osman Karwanî jî ji ber ziyareta ku hatiye kirin ji lijneya HUDA PARê re teşekur kir û kêfxweşîyên xwe anî zimên.
Karwanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir bernameya Helepçê bi beşdarbûna welatîyên ji 4 parçeyên Kurdistanê û welatên din tê tertîpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev yek tiştekî xweş e. Me di civîna xwe de qala siyaseta herêmê kir. Nexasim me di civînê de qala rewşa xelkê Kurdistana Başûr û Bakur kir. Me vê yekê bi taybet got da ku ji bo xelkê Kurdistanê çi tişt baş be em di vî warî de alîkarîya hevdû bikin. Em partîyeke Kurdistanê ne û ji ber vê yekê divê me xelkê Kurdistanê biparêzin. Bi heman awayî divê em pêkve probleman çareser bikin da ku ev yek li feydeya xelkê be.”
Lijneya HUDA PARê li Silêmanîyê dû re bi dorê Muesseya Darul-Beyanê ziyaret kir. Ji ber ziyareta ku hat kirin Yasîn Ehmedê Serokê Giştî yê Muesseya Darul-Beyanê kêfxweşîyên xwe anî zimên û di ziyaretê qala ehemîyeta pêkve hereketkirinê hat kirin.(ÎLKHA)