Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
Li Silopîya Şirnexê ji ber teqîna teqemenîyê leşkerek jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin li Silopîya Şirnexê di dema operasyona ku hat lidarxistin de teqemenî teqîya û leşkerek jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li çoltera Çîyayê Cûdîyê li dijî PKKê operasyon hat destpêkirin. Di dema operasyonê de teqemenîya ku berî niha hatibûn bicîkirin înfîlaq kir. Di encama teqîna teqemenîyê de leşkerek jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.(ÎLKHA)