Li Endonezyayê hejmara mirîyan derket 114an
Hejmara kesên ku li Endonezyayê ji ber lehîyê jiyana xwe ji dest dan derket 114an.
Hat ragihandin hejmara kesên ku li Endonezyayê ji ber lehîyê jiyana xwe ji dest dan derket 114an.
Şemîya borî li parêzgeha Papuaya Endonezyayê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabûbû ku ji ber vê lehîyê gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran kes jî ji malên xwe bûbûn.
Li gorî agahîyên dawî yên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber lehîyê jiyana xwe ji dest dan derket 114an û herî kêm 206 kes hêj winda ne û 150 kes jî birîndar bûne.
Li herêma ku lê lehî rabûye hêj xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)