Qetlîama Hîccê hat şermezarkirin
Qetlîama ku li Yemenê ji teref hêzên koalîsyonê ve hat kirin li Sanayê hat şermezarkirin.
Hêzên koalîsyonê yên ku Siûd ji wan re pêşîvantî dike berî vê çend rojan li Hîcceya Yemenê êrîşî sîwîlan kiribû û di êrîşa ku hatibû kirin de exlebeyê wan zarok û pîrek 40 kes hatibûn qetilkirin.
Ev qetlîama ku ji teref hêzên koalîsyonê ve hatibû kirin ji teref pîrekên Yemenî ve hat şermezarkirin. Pîrekên Yemenî yên ku xwe berdan kolanan lenet li Amerîka û îsraîlê anîn.
Pîrekeke Yemenî li ser navê pîrekên ku li kolanê kom bûbûn axivî û destnîşan kir “ Îttîfaqa Siûdî ev 4 sal in ku êrîşan dibe li ser Yemenê û qetlîm û wehşetan dike. Ji ber van êrîşan bi sedan pîrek û zarok cihekî xwe lê bisitirin digerin.”(ÎLKHA)