Balafirên Boeîng 737 MAX dê nikaribin bikevin sehaya asimanî ya Tirkîyê
Wezareta Ragihandinê destnîşan kir balafirên Boeîng 737 MAX dê nikaribin bikevin sehaya asimanî ya Tirkîyê.
Ji teref Wezareta Ragihandinê ve hat destnîşankirin balafirên Boeîng 737 MAX 8 û 9 dê nikaribin bikevin sehaya asimanî ya Tirkîyê.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Ragihandinê ve hatiye belavkirin “Ji bo ewlehîya firînê bê tesîskirin balafirên Boeîng 737 MAX 8 û 9 dê nikaribin bikevin sehaya asimanî ya Tirkîyê.”
Muşavîrê Çapemenîyê yê THYê Yahya Ustun jî daxuyanîyek da. Ustun di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “ Di fîloya me de 12 heb balafirên Boeîng 737 MAX hene ku seferên wan ji 13ê Adarê pê ve hatin sekinandin.”
Ji bilî Tirkîyê welatên bi navê Etîyopya, Endonezya, Meksîka, Brezîlya, Hindîstan, Arjantîn, Sîngapur, Vîetnam, Çîn, Malezya, Umman, Koreya Başûr, Moxolistan, Fas, Afrîka Başûr, Avustralya, Almanya, Avusturya, Hollanda Îngîltere jî seferên balafirên Boeîng 737 MAX dan sekinandin.(ÎLKHA)