• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Evîndarên Pêxember Seferberîya Selewatan da destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve di nava mehên adar û nîsanê de bi slogana “Her Roj Bi Hezaran Selewat” seferberîya selewatan hat destpêkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ew ê seferberîya selewatan heta dawîya meha nîsanê berdewam bike û ew ji teleb dikin ku Misliman beşdarî vê seferberîya mubarek bibin.

Di destpêka daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin “Hemd ji Wî Rebbê me yê ku em ji tarîtîyê derxistin ronahîyê be û sela û selam jî li ser Resûlûllah be” û dû re wv ayet û hedîs di bîran hatin xistin:

“Bêşiphe Xweda û melekên WÎ, Ji Pêxember re selewat dikin. Ey ew kesên ku îman anîne! Hûn jî jê re selewatan bînin û bi teslîmîyeteke kamil selamê bidin.”(Ahzep-56)

“Her kî carekê selam û selamê li min bike,  ew ê ji ber vê yekê Xweda jî dê 10 qet zêdetir jê re rehmetê bike.”(Muslîm)

 “Jê re selewat anîn û Wî berzkirin wezîfeyeke elzem a li ser milên me ye”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew her sal Seferberîya Selewatan didin destpêkirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Em wek Weqfa Platforma Evîndarên Pêxember çawa ku her sala seferberîya selewatan didin destpêkirin îsal jî bi navê “Her Roj Bi Hezaran Selewat” me seferberîya selewatan da destpêkirin. Ew êvîndarên Pêxember ên ku dê beşdarî vê seferberîyê bibin divê di nava mehên adar û nîsanê gelek zêde selat û selamê bînin. Resûlê Xwedê dibêje ‘Ew ê ew kesê ku herî zêde selat û selamê li ser min bîne dê di roja qiyametê herî zêde nêzî min be.’ Ji bo em karibin mazherê vê gotina Pêxemberê xwe bibin divê em li her derî jê re selat û selaman bînin. Ev yek li ser me wezîfeyeke elzem e.”

 “Navê Wî bi xwe ji dilan re şifa û ji xwedîyê derdan re derman e”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin divê neyê jibîrkirin ku ew ê kolan, sikak bi navê Wî bigihijin hizûrê, ew ê mal pê bi nûr bibin û ew ê dikan pê bi bereket bibin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Divê temamê Mislimanan vê yekê zanibin ku em mecbûr in ku jê hez bikin û selat û selaman jê re bînin ku ev yek ne tercîhek e; fermana Îlahî ye. Haya me jê heye ku navê Hz. Muhammed zikirkirin li ser şexs û civakan tesîrek muspet dihêle. Navê Wî bi xwe ji dilan re şifa û ji xwedîyê derdan re derman e. Ew kesên ku bextewarîya dinya û axretê dixwazin dikarin qelbên xwe bi selewatên ku dê jê re bînin paqij bikin.”

Di dawîya daxuyanîyê de gelê Misliman hat vexwandin ku beşdarî vê seferberîya ku hatiye destpêkirin bibe.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir