• DOLAR 32.47
  • EURO 34.724
  • ALTIN 2434.753
  • ...
“Heta ku şehadet neyê famkirin qedr û qiymeta şehîdan nikare bê fêmkirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Wêranşara Rihayê ji teref Camî-Derê ve  bernameya “Şeva Şehîdan” hat tertîpkirin. Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mehmet Şenlîkê beşdarî bernamê bû di bernamê de qala ehemîyeta şehadetê kir û destnîşan kir “Heta ku şehadet neyê famkirin qedr û qiymeta şehîdan nikare bê fêmkirin.”

“Heta ku em şehadetê fam nekin, em nikarin  qedr û qiymeta şehîdan bizanibin”

Şenlîk di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir derbarê şehadetê gelek zêde ayet hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda di van ayetan de qal mertebeya şehîdan û fezîletên şehîdan dike. Lewra heta ku em şehadetê fam nekin, em nikarin  qedr û qiymeta şehîdan bizanibin. Ji ber vê yekê divê em şehadetê baş fam bikin. Gelo şehadet bes ji teref wan kesên ku şehîd bûne ve dihat xwestin an jî ji teref me tevekan ve tê xwestin?  Gelo bes daxwazek e, divê em haya xwe ji vê yekê bikin. Xweda dema ku qala mertebeya şehîdan dike wisa dibêje ‘Kî ji Xweda û Resûlê Wî re îtaat bike, ha ew ew ê bi wan Pêxember, şehîd, siddiq û salihên ku xweda nimet daye wan re be.Ew çi heval û dostên xweşik in.’ Vaye şehadet tiştekî wisa ye. Pêxemberê me di hedîseke xwe de wisa dibêje ‘D roja qiyametê de şehîd li ser mînbereke ku ji nûrê ye siwar dibin û tên. Di serê wan de taceke ku bi dûrrên mîna nûrê hatiye xemilandin heye.”

 “Xalidê lawê Welîd heta dawîya emrê xwe her tim bi eşq û daxwaza şehadetê jîya”

Şenlîk di berdewama axavtina xwe de qala eşqa şehadetê ya Xalidê lawê Welîd kir û dû re wiha li axavtian xwe zêde kir: “ Dema ku Xalid fam dike ew ê bimirie, pir zêde xemgîn dibe. Ji xwe re dibêje ‘ Niha ew ê Xalid weke ku deweh diqêrin bimire?’ Ew Xalid ku di gelek herban de muzaffer bûbû, gelek kafiran kuştibû. Rojekê jimartina û dîtine ku di bedena wî de şûna 70 û tiştek darbeyan heye û ew qas jî şûna mizraqan heye. Lê Xalid dîsa şehîd nebûbû.  Di qada herbê de Xweda bi destê wî zaferê kir nesîbê Mislimanan. Lê ji ber ku şehîd nebûye ew pir xemgîn bûye. Dema ku dikir bimire ji Mislimanan re dibêje ‘ Şûrê min bînin ji min re.’ Misliman şûrê wî jê re tînin  û lê mêze dike û hestiran dibarîne û dibêje ‘ Ev dest te di qadên şer de gelek zêde hejand. Lê dema ku tu di van destan de bûyî, şehadet nebû nesîbê min. Ya Rebbê min!Te çima şehadetê nekir nesîbê min.’ Piştî van gotinên xwe dixwaze rabe li ser pîyan û ji yên li derdora xwe alîkarîyê dixwaze. Dema ku radibe li ser pîyan Xalid rehmet dike. Weke ku li qada herbê ye canê xwe dide. Em bawer dikin ku Xalid şehîd e. Lewra ew heta dawîya emrê xwe her tim bi eşq û daxwaza şehadetê jîya. Xweda wê eşq û heyacana şehadetê ya ku dabû Xalid, bike nesîbê me jî.”

“Emperyalîstan sînoran ne ji bo xwe ji bo me sînoran xêz kirin”

Şenlîk  di dawîya axavtina xwe de diyar kir li her derê Mislimanan tên qetilkirin û dû re wiha li dawî li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ê Misliman kengî erdnigarîya xwe nas bikin û ew ê kengî bibin ummetek.  Cûdahî di navbera Mislimanan de tune ye, em tev yek in. Ev sînorên di nav de ji teref emperyalîstan ve hatine xêzkirin.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir