Alîkarîya mazot û gubrê îro dest pê dike
Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî destnîşan kir ew ê alîkarîya mazot û gubrê ya sala 2018an îro dest pê bike.
Ji teref Bekîr Pakdemîrlîyê Wezîrê Çandinî û Daristanê ve derbarê alîkarîya mazon û gubrê de daxuyanî hat dayîn. Pakdemîrlî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê alîkarîya mazot û gubrê ji îro pêve bên belavkirin.
Pakdemîrlî destnîşan kir ew ê tevde 2,9 milyar lîre alîkarî ji cotkaran re bê belavkirin.(ÎLKHA)