AÎHMê derbarê Heskîfê de qerar da
Mehkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê serîlêdana şikayetê ya ku ji bo Heskîfê hatibû kirin red kir.
Ew ê bi bendeva ku dê li Heskîfê bê kirin gelek berhemên dîrokî û kevneşop û kelepûra neteweyekî di bin avê de bimîne û dê bê tunekirin. Di bergeha berhemên dîrokî û Heskîfa ku dê di bin avê de bimîne de ji teref kesên bi navê Prof. Dr. Zeynep Ahunbay, Prof. Dr. Oluş Arik, Prof. Dr. Metîn Ahunbay, Ozcan Yuksek û Parêzer Murat Cano ve serîlêdana gilîyê li Mehkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê hatibû kirin.
Mehkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê derbarê vê serîlêdanê de qerar da û îtîraza ku hat kirin red kir.(ÎLKHA)